08:17 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Skorsky - Helîkopter

    Rûsya 10 helîkopteran dide Çînê

    © AFP 2017/ PAUL J. RICHARDS
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 62 0 0

    Şirketa berhemdar a bi navê Helicopters Russian ku di banê Rostech a şirketa pîşesaziya parastinê de fealiyetê dimeşîne wê 10 helîkopteran bişîne Çînê.

    Şirketa berhemdar a bi navê Helicopters Russian ku di banê Rostech a şirketa pîşesaziya parastinê de fealiyetê dimeşîne bi United Helicopters International Groupê re 3 peyman îmze kirin û li gorî peymanê 10 hel3ikopteran dişîne Çîne.

    Peymana firotina helîkopteran a herdu aliyan di Fuara Feza û Hewageriya Navneteweyî ya MAKS-2017an de li bajarê Jukovskiya herêma Moskowê hat îmzekirin.

    Russian Helicoptersê di daxuyaniya xwe de got: "Li gorî peymanê United Helicopters wê 5 heb helîkopterên ambulans a Ansatê, 3 heb Mi-171 helîkoptera neqliyê û 2 heb jî Ka-32A11VS helîkoptera agirkuj wê bistîne. Helîkopter paşî li Çînê wê teslîmî operatoran werin kirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Çîn, daxwaza ambargoya ser hikûmeta Sûriyeyê veto kir
    Rûsya û Çîn hevkariya dijî terorê zêde dikin
    Duterte: "Heke Çîn û Rûsya pergaleke dinyaya nû ava bikin pêşî em tevlî dibin"
    'Rûsya û Çîn di sala 2025a de wê karibin her cure peykên DYA tehdît bikin
    Di navbera Çîn, Rûsya û Mogolîstanê de peymana ekonomîkî
    Etîketan:
    Rûsya 10 helîkopteran dide Çînê, United Helicopters International Group, Helicopters Russian, Çîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de