15:59 20 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Ji bilî zimanê zikmakî nabe bi zorê zimanekî din bê fêrkirin

    Mark Schiefelbein/Pool
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10500

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku nabe bi zorê ji bilî zimanê zikmakî, zimanekî din bidin fêrkirin.

    Keştiyên Hêza Deryavaniya Rûsyayê
    © Foto: Ministry of Defence of the Russian Federation
    Pûtîn di civîna Encumena serokatiya pêwendiyên navnetewî de axivî û got: "Nabe mirovan bi zorê fêrî zimanekî kû ne yê zikmakî be bidin fêrkirin, wisa jî nepêkane ast û dema fêrkirina zimanî rusî bê kêmkirin. Ez taybetî bala serokên herêmên Rûsya Federal dikişînim ser vê mijarê`.

    Serokê Rûsyayê diyarkir kû zimanê rûsî — zimanê dewletêye û zimanê pêwendiyên di navbera gelan e û wiha pê de çû: "Zimanê rûsî bi ti tiştî nayê guhertin. Ew (zimanê rûsî) xwezayî ye, çarçoveyeke ruhanî ya welêtê me yê pir netewe, her kes gerek wî zimanî bizane. Zimanên netewên Rûsyayê — beşeke çanda netewên Rûsyayê ne û fêrbûna zimanên gelan mafekî parastîye ji aliyê Makezagona walêt û mafekî dilsozîye."

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Di navbera Pûtîn û Trump de li G20an hevdîtineke nepenî çênebû
    Pûtîn bestenî li wezîran îkram kir
    ‘Pûtîn di siyasetê de teknîkên judoyê bikar tîne’
    Nîvê Amerîkiyan baweriyê bi gotûbêjên navbera Trump û Pûtîn nayînin
    Pûtîn sirrê serokê baş eşkere kir
    Etîketan:
    netew, zikmakî, ziman, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de