14:45 22 Îlon 2017
Zindî
    Donald Trump - Vladimir Putin / 2017 G20

    Kremlîn: Di navbera Pûtîn û Trump de li G20an hevdîtineke nepenî çênebû

    © REUTERS/ Carlos Barria
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov îdiaya ku hevdîtineke nepen li Hamburgê dema Lutkeya G20an di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donlad Trump de çêbûye red kir û wekî îdiayeke tewş nirxand.

    'TI HEVDÎTINEKE NEPENÎ ÇÊNEBÛ'

    Peskov ji televizyona Rûsî Perviy re axivî û got, "Helbet bikaranîna peyvên nepenî û razmendî dibe sedema şaşwazîyê û bêferastiyê. Lewra di navbera Pûtîn û Trump de tenê li gor rêzikên dîplomatîk hevdîtin hate kirin. Piştre jî di çarçoveya lutkeyê de rêzehevdîtin pêk hatin. Yanî di nav çend rojan çend caran danûstandin çêbûn. Ji hev re çend tişt gotin, yanî di nav çend rojan de çendek danûstandin çêbûn. Lê ti hevdîtineke nepenî û veşarî çênebû. Ev îdia bi temamî tewş e."

    'ÎDIA NÎŞANEYA ŞÎFOZRENIYÊ YE'

    Berdevkê Kremlînê herwiha derfeta sohbetê ya navbera her du serokan li dema xwarinê jî bi bîr xist û got, ‘Mijarên di hevdîtina dualî de, nêrînên xwe anîn ziman, lê nîşandana van danûstandinan a wekî hevdîtineke veşarî nîşaneya şîzofreniyê ye."

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Helwesta Ewropayê ya bo asayîkirina pêwendiyan tewş e
    'Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re bihêztir bike'
    ‘Koreya Bakur amadekariya ceribandineke nû ya moşekan dike’
    Pentagonê bo nûçeya AAyê hişyarî da: Belavkirina agahiyên leşkerî dê hêzên me bixe xeterê
    Cihê 370 DAIŞiyan hat eşkere kirin
    ‘Amerîka 2 lîwayên din ên Pêşmerge biçek dike’
    Li seranserê dinyayê rûpelên Facebookê venebûn
    Etîketan:
    Pûtîn, turmp, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de