12:50 20 Tebax 2017
Zindî
    Gazprom

    Gazprom dest bi înşaeta baskê duyem a Herka Tirkî kir

    © REUTERS/ Maxim Zmeyev/File Photo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Hat ragihandin ku Gazpromê dest bi înşaeta baskê duyem a Herka Tirkî ya ku diçe Ewropayê kiriye û li Deryaya Reş dora 25 kîlometroyan borî hatine raxistin.

    Li gorî daxuyaniya çavkaniyekî ji şirketa ku înşaetê çêdike ragihand ku înşaeta baskê duyem a Herka Tirkî ya sewkiyata Ewropayê dest pê kir. Çavkanî di axaftina xwe ya Vedomostiyê de got: "Halê hazir dora 20-25 kîlometroyan borî di binê Deryaya Reş de hatiye raxistin. Xebatên înşaetê ji aliyê şirketa Audaciaya swîsrayî birêve diçin.

    Şirketa xaza siruştî ya rûsî Gazpromê di daxuyaniya xwe ya meha gulanê de gotibû: "Baskê yekem a înşaeta Herka Tirkî dest pê kir. Gazpromê jî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku xebat ji aliyê şirketa Audaciayê ve bireve diçin û boriyên Deryaya Reş bi keştiya Pioneering Spiritê têne raxistin.

    Ji aliyê din ve Wezîrê Enerjî yê Rûsyayê Aleksandr Novak jî di axaftina xwe ya 10ê Tîrmehê de gotibû: "Li Deryaya Reş heta niha 50 kîlometro xeta înşaet a boriyan hatiye çêkirin."

    Bi heman mijarî:

    Gazprom: Ji bo fînansoriya Herka Tirkî me dest bi hevdîtinan kir
    Ji bo keştiya projeya Herka Tirkî li Tengava Stenbolê hemû sefer hatin betalkirin
    Albayrak: Herka Tirkî hetanî 2020an wê biqede
    Gazprom: "Înşaeta Herka Tirkî ya beşa deryayî mehên pêşiya me destpê dike"
    Konseya Federasyon a Rûsyayê Herka Tirkî erê kir
    Etîketan:
    Wezîrê Enerjî yê Rûsyayê, Gazprom, Aleksandr Novak, Deryaya Reş, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de