20:00 25 Îlon 2017
Zindî
    Pergala parastina moşekên S-400î

    Rosoboronexport: Me bi Tirkiyeyê re li hev kir

    © Sputnik/ Dmitry Vinogradov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    CEOyê şirketa firotina çekên leşkerî yê Rûsyayê Rosoboronexportê Aleksandr Miheyev ragihand ku li ser peymana moşekên S-400î bi Tirkiyeyê re li hev kirine û ez bawer dikim ku kontrat bikeve meriyete.

    Miheyev li ser pirsa hevdîtinên bo firotina bataryayên pergala parastina S-400î bo Tirkiyeyê d içi qonavî de ye got: "Li ser kontratê li hev kirin çê bû. Îhtîmala meriyeta kontratê gelek bilind e û em ji bo bikeve meriyetê xebatan dikin."

    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Fikri Işik jî ragihandibû k udi mijara moşekên S-400î de bi Rûsyayê re hatine asta peyman morkirinê.

    Ajansa nûçeyan a Bloombergê hefteya borî îdia kiribû ku Tirkiye standina moşekên S-400î ji Rûsyayê ku bihayê wê 2,5 mîlyar dolariye qebûl kiriye.

    Lê ev îdia ne ji aliye Rûsyayê ve ne jî ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatibû piştrastkirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji balyozê tirk daxuyaniya moşekên S-400î
    Wezîr Işik: Bi lezgîn pêwistiya me bi moşekên S-400î heye
    Zvezda, dîmenên pergala parastina moşekên S-400î yên li Sûriyeyê weşand
    Rûsya di derbarê peymana S-400î bi Tirkiyeyê re daxuyanî da
    Işik ji bo hevdîtinên S-400î got: Lihevkirina mijarên krîtîk li ser herdu serokan maye
    Rûsya û Tirkiyeyê ji bo S-400î peyman amade dikin
    Etîketan:
    li hev kirin, peyman, Rosoboronexportê, Aleksandr Miheyev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de