15:22 19 Mijdar 2017
Zindî
    Erdhej

    Li Rûsyayê bi dijwariya 7.8ê erdhej

    © AFP 2017/ Sam Yeh
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30 0 0

    Li bakur rojhilatê Rûsyayê li Girava Kamçatyayê bi mezinbûna 7.8 erdhejek pêk hat.

    Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) di daxuyaniya xwe de ragihand ku li qeraxên Girava Kamçatyayê li Deryaya Beringê bi mezinbûna 7.8 erdhejek hat tespîtkirin.

    Li gorî daxuyaniya USGSeya amerîkî navenda erdhejê başûrê Alaskayê û rojavayê Rêzegiravên Nearê ye. Erdhejê li herêmê qadeke zêdetirî 200 kîlometroyî tesir kiriye. Piştî erdheja mezin yek jê 5.2 sê carên din jî erdhej pêk hat.

    Ji aliyê din ve Navenda Hişyariya Tsunamî ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de banga hişyariya tsunamiyê kir. Erdhej li Amerîkayê jî hat hiskirin. Navendê di banga xwe de hişyariya tsunamiyê kir, lê ji bo qeraxên Kaliforniya, Oreon, Washington û Alaskayayê tu metirsî tuneye.

    Bi heman mijarî:

    Li 2 bajarên Kurdan erdhej çêbû
    Li Derya Egeyê erdhej çêbû
    Li Deryaya Egeyê bi dijwariya 5.0 erdhej
    Li qeraxên Meksîkayê bi dijwariya 7 pîleyî erdhej
    Li Behra Egeyê bi mezinahiya 6.3 erdhej pêk hat
    Etîketan:
    Li Rûsyayê bi dijwariya 7.8 erdhej, Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), Girava Kamçatyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de