17:37 21 Tîrmeh 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Rewşa ewlehiya li Ewropayê neasayî ye

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku rewşa ewlehiya li Ewropayê neasayî ye û divê ev yek were başkirin.

    Sergey Lavrov
    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Lavrov piştî civîna Wezîrê Karên Derve yên Rêxistina Peymana Ewlehiya Kolektîf (RPEK) ya li Mîndkê paytexta Belerûsê daxuyanî da û diyar kir ku rewşa niha ya ewlehiya Ewropayê neasayî ye.

    Lavrov got: "Me di serî de mijarên di derbarê rewşa leşkerî û siyasî, Ewlehiya Ewropayê, têkiliyên NATOyê û peywira Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (RHEE) nirxand. Me şewra rêyên vegera hevkariyê û başkirina rewşa ewlehiya neasayî ya li Ewropayê kir."

    Lavrov destnîşan kir ku haydarî di derbarê naveroka geşedanên li Konseya NATO-Rûsyayê de, dane RPEKê.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov ji bo Amerîkayê: Nîskê dikin gîsk
    Lavrov: Rûsya û DYA amade ne, li başûrê rojavayê Sûriyê agirbestê ragihînin
    Lavrov: Rûsya û Çîn li dîjî mudexaleya Koreya Bakur derdikevin
    Lavrov: Polîtîkayên YEyê li gorî berjewnediyên kêmara rûsfobîk tê meşandin
    Lavrov: NATO nikare li ber bilindbûna terorê rabe
    Etîketan:
    ewlehî, neasayî, rewş, Sergey Lavrov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de