19:14 19 Mijdar 2017
Zindî
    Êrişa Balyozxaneya Rûsyayê ya li Şamê

    Rûsya, êrişa balzyoxaneya xwe ya Şamê şermezar kir

    © Sputnik/ Michael Alaeddin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Wezareta Derve ya Rûsyayê êrişa duhî ya li hemberî balyozxaneya xwe ya Şamê şermezar kir.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand duhî ji herêma ku di bin kontrola rêxistina Tahrîr El Şam (rêxistina sereke ya El Nûsra ku navê xwe wek Fetih El Şam guherand jî di nav de) û Feylak El Rahman de du topên hawanê li nêzî avahiya balyozxaneya me ya Şamê ketin, di teqînê de kuştî an jî birîndar çênebûn.

    ‘TEKOŞÎN WÊ LI HEMBERÎ TERORÎSTAN DEWAM BIKE'

    Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de êrişa li hemberî nûneriya dîplomatîk a rûsî li Şamê bi biryarî şermezar kir û ragihand ku wê li Sûriyeyê li hemberî terorîstan bêtawîz tekoşîn dewam bike.

    Ji aliyê din ve wezaretê di daxuyaniya xwe de bangî civaka navnetweyî kir û ragihand ku ji bo tunekirina hicreyên terorîstan divê civaka navneteyî di asta hiqûqî de xebatên xwe bike yek.

    Bi heman mijarî:

    Ofîsa Dozgeriya Rûsyayê îdîaya navbeynkariya Trump Jr û parêzera rûsî derewand
    Pûtîn: Dîroka berovajî li hemberî Rûsyayê bikar anîn
    Çekên herî bi bandor ên Artêşa Rûsyayê
    Hevdîtinên vîze yên navbera Tirkiye û Rûsyayê dest pê dikin
    Rûsyayê bi moşekên Toçka-Uyê tetbîqat pêk anî
    Etîketan:
    Êrişa Balyozxaneya Rûsyayê li Şamê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Şam, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de