15:29 19 Mijdar 2017
Zindî
    Donald Trump Jr

    Ofîsa Dozgeriya Rûsyayê îdîaya navbeynkariya Trump Jr û parêzera rûsî derewand

    © AP Photo/ Carolyn Kaster
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Ofîsa Dozgeriya Rûsyayê îdîaya navbeynkariya kurê Serokê Amerîkayê Donald Trump Jr û parêzara rûsî Natalia Veselnitskayayê derewand.

    Li gorî îdîayan Donald Trump Jr ji parêzara rûsî Natalia Veselnitskayayê re gotiye hineh agahiyên ku zirarê bidin namzeda Partiya Demokrat Hillary Clinton hene. Lê Ofîsa Dozgeriya Rûsyayê îdîayên navbeynkariya Trump Jr û parêzara rûsî Natalia Veselnitskayayê derewand.

    Rêvebirê ji berpirsê hevkariya navneteweyî yê Ofîsa Dozgeriya Rûsyayê Denis Grunis di daxuyaniya xwe ya Russia Todayê (RT) de got: "Ofîsa Dozgeriyê di Hezîrana 2016an de navbeynkariya hevdîtina Trump Jr û Veselnitskayayê nekiriye.

    Denis Grunis di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Ma çawa Ofîsa Dozgeriyê parêzereke ku li ser navê hikûmetê nexebite dikare di vî karî de bide xebitandin, ev îdîayeke derveyê aqil e. Ofîsa Dozgeriyê tenê bi rêya kanal û peymanên navneteweyî yên fermî dixebite.

    Rojnameya New York Timesê di nûçeya xwe de îdîa kiribû ku Trump Jr di 9ê Hezîranê de ji bo alîkariya kampanya hilbijartin a bavê xwe bike bi parêzara rûsî Natalia Veselnitskayayê re hevdîtinek pêk anî.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, maweyê mueyîdeyên Amerîka û welatên ewropî dirêj kir
    ‘Rûsya û Amerîka ji bo Sûriyeyê hevdîtinên veşartî dikin'
    Rûsya û Amerîka amadene memorandûma bo firînên li Sûriyeyê bixin meriyete
    Erdogan: Me Amerîka, Rûsya û Herêma Kurdistanê ji operasyonê agahdar kir
    Îzvestiya: Rûsya û Amerîka ji bo peymana qada hewayî ya Sûriyeyê dîsa li hev kirin
    Etîketan:
    Rojnameya New York Times, Parêzara rûsî, Kurê Serokê Amerîkayê, Natalia Veselnitskaya, Donald Trump Jr, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de