15:17 19 Mijdar 2017
Zindî
    Aleksey Yerhov

    Yerhov jî tevlî merasîma 15ê Tîrmehê ya li parlamentoyê dibe

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Aleksey Yerhov îro gihîşte Enqereyê û li gorî zanyariyan wê tevlî merasîmên 15ê Tîrmehê yên parlamentoyê bibe.

    Ataşeyê çapemenî yê Balyozxaneya Rûsyayê li Enqereyê Aleksandr Leşukov di daxuyaniya xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: "Balyoz Aleksey Yerhov îro gihîşte Enqereyê. Yerhov li balafirxaneya navnetweyî ya Enqereyê ji terefê Midûrê Giştî yê Protolan a Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Şevki Mutevellioglu ve hat pêşwazîkirin."

    Leşuov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Yerhov li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan wê tevlî merasîmên 15ê Tîrmehê yên li parlamentoyê bibe. Balyoz wê di 17ê Tîrmehê de nameya baweriyê pêşkêşî Erdogan bike û dê bi fermî dest bi wezîfeya xwe bike."

    Aleksey Yerhov piştî qetilkirina Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov di meha hezîranê de ji aliyê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ve hatibû tayînkirin.

    Bi heman mijarî:

    Yerhov: Pêşiya têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê vekiriye
    Yerhov bû balyozê nû yê Rûsyayê li Enqereyê
    Balyozê rûsî: Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de wê hevdîtinên vîzeyê dest pê bikin
    Zaxarova di derbarê lêpirsîna kuştina Balyozê rûsî de axivî
    Wezareta Derve ya rûsî bangî Balyozê Îsraîlê yê li Moskowê kir
    Etîketan:
    Bîranîna 15ê Tîrmehê, Balyozxaneya Rûsyayê li Enqereyê, Aleksey Yerhov, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de