23:43 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Donald Trump û Vladimir Putin

    Pûtîn: Hêvî dikim wê dîyaloga bi Trump re pêş bikeve

    © REUTERS/ Steffen Kugler/Courtesy of Bundesregierung
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn da xuyakirin ku ew hêvî dike dîyaloga bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re, pêwendiyên navbera her du aliyan bipêş bixe.

    Pûtîn li dema serdana Kargeheke Kanê ya Lebedinskiy ku li herêma Belgorodê ye, li ser hevdîtina xwe û Trump daxuyanî dan.

    Putîn bal kişand ser ku Trump dizane li kesê hemberî xwe guhdar bike û wiha axivî: "Heke bi awayê însanî dîyaloga bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re berdewam bike, hêvî dikim ku dê pêwendiyên me jî bipêş bikevin. Bi kesên din re çawa ye nizanim, lê belê min dema wî hizr û pêşniyarên xwe anîn ziman, baş lê guhdarî kir. Ji bo kesên bi mirovan re pêwendî dikin, guhdarîkirin û berteka bilez ji bo berdewama pêwendiyê gelekî girîng e."

     

    Bi heman mijarî:

    Di navbera Tirkiye, Îtalya û Fransayê de peymana şirîkatiya moşekan
    Rêveberê partîya Kurd a Îranê bi guleyekê can da
    Dadgehê 8 sal cezayê girtinê da parlamentere HDPê
    2 rayedarê HDPê hatin girtin
    Erdogan bertek nîşanê berdana Ahmet Turk da: We çawa berda?
    Tirkiye destûr neda serdana parlamenterên almanî
    Etîketan:
    trump, Pûtîn, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de