09:04 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: Em amadene bersiva Amerîkayê bidin

    © Sputnik/ Sergey Pyatakov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 32 0 0

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di derbarê dersînorkirina dîplomatên rûsî û ne îadekirina milkên dîplomatîk ên li Amerîkayê yên ku rêveberiya Washingtonê dest danîtibû ser de ragihand ku Moskow amadeye bersiva vê yeke bide.

    Zaxarova di civîna heftane ya wezaretê de axivî û diyar kir ku ne îadekirina milkên dîplomatîk ên rûsî yên li New York û Maryland ku Washington dest danîtibû ser û dersînorkirina dîplomatên rûsî de, dibe Rûsya jî gavên bi vî şiklî biavêje.

    Zaxarova got: "Me ne dixwest ku bûyer evqas mezin bibe. Lê hevalbendê me yên amerîkî ji rêyên din fêm nakin, di vî mijarî de em jî dê heman rêbazê bikar bînin. Sekna me yê divê mijarê de jî gelek dirêj bû."

    ‘TÊ PLANKIRIN KU RYABKOV BI AHANNON RE HEVDÎTIN PÊK BÎNE'

    Zaxarova eşkere kir ku mijar tê plankirin k udi hevdîtina Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Thomas Shannon ya 17ê Temuzê de were axaftin.

    ‘AMERÎKA VÎZE NADE DÎPLOMATÊN RÛSÎ'

    Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova wiha pê de çû: "Amerîka bi dersînorkirina dîplomatên rûsî nema, vîze jî nade dîplomatên rûsî.

    Bi heman mijarî:

    ‘Rûsya, dibe hevdîtinê xwe yên bi Amerîkayê re betal bike'
    Rûsya û Siûdî peymana çekan a 3.5 milyar dolaran îmze kirin
    Yerhov: Pêşiya têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê vekiriye
    Balyozê rûsî: Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de wê hevdîtinên vîzeyê dest pê bikin
    Rûsya: Em hêvî dikin Amerîka sozên derbarê milkên dîplomatîk de bi cî bîne
    Etîketan:
    dîplomatîk, bersiv, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de