05:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Vîze

    Hevdîtinên vîze yên navbera Tirkiye û Rûsyayê dest pê dikin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Balyozê Tirkiyeyê yê li Moskowê Huseyin Dirioz di axaftina xwe de ragihand ku hevdîtinên vîze yên navbera Tirkiye û Rûsyayê heta demeke nêzîk dest pê dikin.

    Balyozê Tirkiyeyê yê li Moskowê Huseyin Dirioz di axaftina xwe ya civîna ajansa Rossiya Segodnyayê de got: Wezareta Derve ya Tirkiye û Rûsyayê di çend rojên pêşiya me de dest bi hevdîtinan bikin û mijara sereke ya hevdîtinan jî pirsgirêka vîzeyan e. Civîn wê li Moskowê werin lidarxistin."

    Huseyin Dirioz di berdewamiya axaftina xwe de got: "Enqere ji Rûsyayê daxwaza serbestiya vîzeyan dike. Hetanî demeke nêz wê ji bo heyetên fermî, karsazên tirk û ajovanên wesayîtan dê vîze were hêsankirin."

    Dirioz di rêjiya axaftina xwe de ji bo mijara firingiyan jî got: "Enqere û Moskowa ji bo sewkirina firingiyên Tirkiyeyê bo Rûsyayê heyetên teknîkî hevdîtinan pêk tînin."

    Bi heman mijarî:

    Balyozê Moskovayê Dirioz: Em ê têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re pêş bixin
    Balyozê nû yê Moskovayê Dirioz: "Emê têkiliyan hildin asta herî jor"
    Rûsya û Îranê ji bo grûbên turîstan vîze rakirin
    Esad: "Qedexeya vîze ya Trump ne li hemberî gelê Sûriyeyê ye"
    Îran plan dike vîze bo welatiyên rûsî rake
    Etîketan:
    Problema vîze ya navbera Tirkiye û Rûsyayê, Balyozê Tirkiyeyê yê li Rûsyayê, Huseyin Dirioz, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de