09:03 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Em piştgiriya Esad nakin

    © Sputnik/ Alexei Danichev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 31 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Rûsya piştgirî nade Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad, pêşeroja Sûeiyeyê û serokê wî, tenê gelê Sûriyeyê biryar dide. Herwiha Lavrov eşkerekir ku girêdayî biryara Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jî dewam dike.

    Lovrov li Berlinê di weqfa Korberê de axivî û got: "Em piştgiriyê nadin Esad, lê em bi biryarên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ve girêdayîne. Biryara ku tê qalkirin, çarenûsa pêşeroja Sûriyeyê, tenê gelê Sûriyeyê dike."

    Herwiha Lavrov diyar kir ku potansiyela xebatên hevpar di mijara têkoşîna li dijî terorîzmê de yên Rûsyayê û welatên Rojava muezeme û tişta herî girîng ew e ku ev potansiyel bi awayeke rast tê bikaranîn.

    Dîplomatê rûsî wiha pê de çû: Potansiyela hevkariya aştiyane û muezamiya di mijara têkoşîna hevpar li dijî terorîzmê de û gelek mijarên din de derdikeve pêş. Tişta herî girîng ew e ku ev yeke bi awayekî rast dimeşe."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsya û DYA amade ne, li başûrê rojavayê Sûriyê agirbestê ragihînin
    Lavrov: Rûsya û Çîn li dîjî mudexaleya Koreya Bakur derdikevin
    Lavrov: Polîtîkayên YEyê li gorî berjewnediyên kêmara rûsfobîk tê meşandin
    Lavrov: NATO nikare li ber bilindbûna terorê rabe
    Lavrov: Em ê bersiveke hevgirtî bidin provokasyonên muhtemel ên Amerîkayê yên ser Sûrîyê
    Etîketan:
    girêdayîn, biryar, piştgirî, Beşar Esad, Sergey Lavrov, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de