17:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Alayên Amerîka û Rûsyayê

    ‘Rûsya, dibe hevdîtinê xwe yên bi Amerîkayê re betal bike'

    © REUTERS/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Hate ragihandin ku eger hevdîtinên di derbarê îadekirina saziyên dîplomatîk ên rûsî yên li Amerîkayê ku Washington dest danîtibû ser, neyên kirin, dibe Moskow hevdîtina Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Thomas Shannon betal bike.

    Dîplomatekî paye bilind ji rojnameya Îzvestiya yê re axivî û got: "Dibe Rûsya hevdîtina Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Thomas Shannon ya li Washingtonê di 17ê Temuzê de, betal bike. Eger mijara îadekirina sazîyên dîplomatîk ên rûsî pêk neye ev yek pêkan e."

    Ji ber mueyîdeyê nû yên Amerîkayê, Moskowê hevdîtinekî wekî wê ku di 23ê Hezîranê de li St. Petersburgê pêk bihata betal kiribû.

    LAVROV: EM LI SER GAVÊN ZELAL DIXEBITIN

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov doh di derbarê milkên dîplomatîk ên rûsî yên li Amerîkayê k udi Berfanbara 2016an de Washington dest danîtibû ser de eşkere kiribû ku ji vê yekî re ecêp nemane û Moskow li ser gavên zelal ku bên avêtin dixebite.

    Bi heman mijarî:

    ‘Tirkiye li Efrînê bi Rûsyayê re li hev bike guhdariya Amerîkayê nake û dê operasyon bibe'
    Rûsyayê hevkariya xwe ya bi Amerîkayê re li Sûriyeyê da rawestandin
    ‘Kaniya îstîxbarata ku Amerîkayê bi Rûsyayê re parve kir Îsraîl e'
    Sûriye: Em dê rêbaza parastina ji êrişên Amerîkayê bi alîkariya Rûsyayê bibînin
    Etîketan:
    rûsî, betal, hevdîtin, Rojnameya Îzvestiyayê, Sergey Lavrov, Thomas Shannon, Sergey Ryabkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de