23:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Xanima bi çenteyê sor ku Pûtîn derî lê vekir kî ye?

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 77 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li bakurê welat li Girava Valaamê di serdana keşîşxaneyekê de dema ji wesayîta xwe peya bû xwest ji qoltuxê paş tiştekî hilgire û derî vekir. Di dema vekirina derî de xanimeke bi çenteyê sor hat dîtin.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li bakurê welat li Girava Valaamê di serdana keşîşxaneyekê de dema ji wesayîta xwe ya bi modela Mercedes ML peya bû xwest ji qoltuxê paş tiştekî hilgire û derî vekir. Di dema vekirina derî de xanimeke bi çenteyê sor hat dîtin. Xanima bi çenteyê sor bû mijara meraqê.

    ​Li gorî dîmênan Pûtîn pirsa çakêtê xwe dike, xanima çente sor jî bi tiliya xwe noqteyekê îşaret dike. Ev dîmên li ajansan belavbûn û bû sedema çîrokên ku ‘Pûtîn bi xanimeke çente sor re digere'. Wek mînak nûçegihanê The Guardian yê Moskowê Shaun Walker di peyama xwe ya Twitterê de got: "Pûtîn bi wesayîta xwe çû Valaamê. Xanima çente sor ku Pûtîn derî lê vekir kî ye?"

    PESKOV: YEK JI PARASTVANÊ EWLEHÎ YÊ PÛTÎN E

    Di nava çapamenî û bikarhênerên Twitterê de ji bo asta meraqbûnê pir zêde bû Berdevkê Ofîsa Çapamenî yê Kremlînê Dmitriy Peskov derheqê xanima çente sor a di wesayîtê de daxuyaniyek da. Peskov di axaftina xwe de got: "Xanima çente sor yek ji parastvanên ewlehî yê Serokê Rûsyayê ye û Pûtîn dixwest ji qoltixê paş tiştekî bigire."

    Bi heman mijarî:

    Trump: Min û Pûtîn gelekî baş li hev kir
    Piştî hevdîtina Pûtîn û Trump li Sûriyeyê çi guherî?
    Peskov: Pûtîn carna wergêran sererast dike
    Pûşkov gotinên Psakî yên derbarê ‘defika Pûtîn’ de şîrove kir
    Pûtîn: Rûsya amade ye fuara Expo 2025ê li dar bixe
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Girava Valaamê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de