23:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Yeni nesil Kalaşnikov AK-74M

    Rûsya û Siûdî peymana çekan a 3.5 milyar dolaran îmze kirin

    © Foto: Kalashnikov Concern
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5 0 0

    Midurê Giştî yê kompaniya sanayîya berevanîyê Rostechê Sergey Çemezov ragihand ku di encama hevdîtinên navbera Rûsya û Erebîstana Siûdî de, li ser firotina çekan a bi 3.5 milyar dolaran peymana destpêkê hatiye îmzekirin.

    Li gor nûçeya medya Rûsî Çemezov, diyar kir ku her du alî ketina gera diduyan a hevdîtinan û da zanîn, 5 sal berê bi giştî pêşpeymanên 20 milyar dolaran hatine îmzekirin, lê zêdetir gav nehatibûn avêtin.

    Rayedarê Rûsî bal kişand ser ku nûnerên Erebîstana Siûdî daxwaza teknolojiyê ji wan kiriye û şert danîne ku li welatê wan hilberîna teknolojîyê bê kirin.

    Çemezov da xuyakirin ku rayedarên Rostechê niha pêşnîyareke berçav amade kirine ku dibe fabrîqeya çekan a Kalaşnîkovê jî li Erebîstana Siûdî were avakirin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Wê niha ji me re bêjin Hamburg ji aliyê 2 Rûsan ve hatiye serobinkirin
    Trump: Min û Pûtîn gelekî baş li hev kir
    Ji Yekîtiya Zayanên Olî daxuyanîya referandûmê
    Amerîka hemwelatiyê xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kir: Baldar bin
    Nivîskar Yanliç û Rojnamevan Çakmakçî hatin girtin
    Cafer Şêx Mistefa: Hevpeymanî dê piştgirîya pêşmerge berdewam bike
    Li Heleb û Reqayê bernameya vegera jiyana asayî dest pê dike
    Etîketan:
    Erebîstana Siûdî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de