00:48 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Kremlînê hişyariyeke din da Amerîkayê: Em nikarin bêtirî tolerans bidin nîşandan

    © AP Photo/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov careke din hişyarî di derbarê îadekirina milken dîplomatên rûsî ya li Amerîkayê ku di meha Berfandara 2016an de Washingtonê dest danîbû ser, da. Peskov bibîrxist ku tehemula Moskowê nemeya û got: "Rûsya ji vî zêdetir nikare tolerans bide nîşandan."

    Peskov ji rojnamegeran re axivî û li ser pirsa gelo Moskow di derbarê destdanîtina ser milkên dîplomatên rûsî dê gav biavêje an ne got: "Ji bo gav avêtinê dîrokeke zelal tine ne, lê fikra tehemula di warê hiqûqa navneteweyî û têkiliyên dualî ji ber rewşa nediyar, êdî nemaye."

    Peskov eşkere kir ku, ‘Rûsya vê yeke bêbersiv nahêle û bêtirî tolerans nade nîşandan û hêvî dikin ku hevkarê me yên amerîkî bo binpêkirina hiqûqa navneteweyî ji holê rabe, vîna siyasî bidin nîşandan."

    TÊKETINA AVAHIYAN YÊN DÎPLOMATÊN RÛSÎ HATIBÛN ASTENGKIRIN

    Serokê berê yê Dewleta Amerîkayê Barack Obama bi îdiaya Rûsyayê mudexale li hilbijartina serokatiyê kiriye, di Rêbendana 2016an de biryarnameya girtina saziyên dîplomatîk a rûsî yên li New York û Marylandê û dersînorkirina 35 dîplomatên rûsî erê kiribû.

    Di 30ê Berfanbarê de têketina avahiyan yên dîplomatên rûsî hatibû astengkirin. Moskowê jî diyar kiribû ku bersiva vê yeke nedin û dixwazin têkiliyên baş bi serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump re deynin.

    Bi heman mijarî:

    Îran ji lihevkirina Rûsya û Amerîkayê bi guman e
    'Rûsya û Amerîkayê li ser agirbesta Sûriyeyê li hev kirin'
    ‘Tirkiye nerazîbûna xwe bo têkiliyên hêzên kurd Rûsya û Amerîkayê da nîşandan'
    Trump: ‘Tiştên di navbera Rûsya û Amerîkayê de dê serrast bibin'
    Rûsya û Îran: ‘Çalakiyên Amerîkayê dê bandor li biqerariya me neke'
    Etîketan:
    dîplomat, tolerans, Kremlîn, Donald Trump, Barack Obama, Dmîtriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de