05:42 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Lavrov ji bo Amerîkayê: Nîskê dikin gîsk

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 50 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku ji nûçeyên di derbarê hevdîtina parêzerekî rûsî û kurê Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump, Donald Trump Jr re gelek ecep dimîne û rexneyên divê mijarî de jî hovane ne. Lavrov "Rexneyên cidî ku tên kirin wek nîskê dikin gîsk."

    Lavrov civîna çapameniyê ya hevpar bi hevkarê xwe yê belçîkî Didier Reinders re li dar xist û got: "Dema ez ji nûçeyên ku kurê Trump ji ber hevdîtina xwe yê bi parêzerekî rûsî tê sûcdarkirin, ez şaş û metal mam. Ev yek hovaneye. Çawa hevdîtina kesekî bi parêzerekî re dibe problem. Ev fîşareke çawa ye. Ez mijarê nizanim, min jî ji televîzyonan hînbûm, ez doh êvarê haydar bûm. Dema îro min televîzyonê vekir ku hemû çapameniya welatên rojava vê yeke nîqaş dikin."

    Lavrov, "Kesên ku nîskê bi awayeke cidî dikin gîsk mirov ecep dihêle. Dibe ku nîsk jî li holê tine be."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsya û DYA amade ne, li başûrê rojavayê Sûriyê agirbestê ragihînin
    Lavrov: Rûsya û Çîn li dîjî mudexaleya Koreya Bakur derdikevin
    Lavrov: Polîtîkayên YEyê li gorî berjewnediyên kêmara rûsfobîk tê meşandin
    Lavrov: NATO nikare li ber bilindbûna terorê rabe
    Etîketan:
    hevdîtin, Didier Reinders, Sergey Lavrov
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de