09:51 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Aleksey Yerhov

    Yerhov: Pêşiya têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê vekiriye

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3102

    Balyozê Rûsya yê Enqereyê Aleksey Yerhov di hevpeyvîna xwe de ragihand ku ji bo pêşketina têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê ti şert tineye û gihaye asteke baş.

    Aleksey Yerhov di hevpeyvîna xwe ya çapameniya rûsî de got: "Têkiliyên me bi Tirkiyeyê re gihîşte asteke wiha ku ti mijareke ku bibe tabu nemaye. Hem ji Xweda re ji bo pêşxistina pêwendiyan hemû qad vekirîne. Dibe di pêşerojê de mijarên ku niha em behs dikin suprîzên nû çêbibin."

    Yerhov di berdewamiya hevpeyvîna xwe de mînakên Herka Tirkî û santrala nûkleerî ya Akkuyuyê nîşanda û got: "Heke em serkeftinên xwe yên bazirganî, ekonomîk û veberhênan jî bînin ber çav têkiliyên me yên pêşerojê li ser bingehe saxlem ava dibe."

    ‘HECMA BAZIRGANÎ YA 100 MILYAR DOLAR NE XEYAL E'

    Balyozê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got: "Herdu welat girîngiyê didin hevkariya pîşesazî, zanistî, teknolojî û endustriye. Ez bawer dikim hedefa 100 milyar dolar a bazirganî ku di sala 2014an de Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser li hev kiribûn bi cih were."

    Bi heman mijarî:

    Balyozê rûsî: Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de wê hevdîtinên vîzeyê dest pê bikin
    Zaxarova di derbarê lêpirsîna kuştina Balyozê rûsî de axivî
    Wezareta Derve ya rûsî bangî Balyozê Îsraîlê yê li Moskowê kir
    Wezîrê Amerîkî: Em bi balyozê Rûsî re li ser mijarên siyasî nepiyivîn
    Balyozê Tirkiye yê li Moskowê serdana Dêra Ortodoks a Rûsî kir
    Etîketan:
    Balyozê Rûsya yê li Enqereyê, Aleksey Yerhov, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de