17:43 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Bexdadî - Ebû Bekir El Bexdadî

    ‘Kuştina Bexdadî dê bandorê li ser aborîya DAIŞê bike’

    © AP Photo/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1410

    Endamê Konseya Polîtîkaya Derve û Parastinê Aleksandr Mihaylov diyar kir, bi kuştina Serokê DAIŞê Ebubekir el Bexdadî re dibe ku bandor li ser fînansmana DAIŞê çêbibe.

    Mihaylov ji Spûtnîkê re got, "Tunekirina Bexdadî dê bandorê li ser fînansmana grûbeke terorîstî bike. Muhtemel e dê di dayîna kesên pereyan didin wan de kêşe çêbibe. Wekî rêbaz ji bo mirovekî diyar pere tên dayîn."

    'DIBE KU BEXDADÎ DI ENCAMA TÊKOŞÎNA LÎDERTIYÊ DE HATIBE KUŞTIN'

    Pisporê Rûsî kuştina Bexdadî wekî encamdaneke bi mentiqî nirxand û da zanîn, pêwîst bû nêçîra wî di taliyê de bê kirin ku bi min îhtimal heye ew di têkoşîna lîdertiyê de hatibe kuştin.

    Mihaylov bal kişand ser ku, ‘Dibe ji aliyê zilamên xwe ve hatibe kuştin û bi îhtimaleke mezin kesekî ji wan ev wezîfe girtiye ser xwe."

    'RÊXISTIN TENGAV BÛYE, LÊ DÊ HEBÛNA XWE BIDOMÎNE'

    Mihaylov da xuyakirin ku rêxistin niha tengav bûye, lê ligel vê jî dê hebûna xwe ya li gelek deveran berdewam bike.

    Pisporê Rûsî got, ji ber ku DAIŞ bûye armanceke wekî nêçîrê heger biçin Afganistanê jî dê heman aqûbet li pêşiya wan be.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em hêvî dikin Amerîka sozên derbarê milkên dîplomatîk de bi cî bîne
    Dêra Surp Sarkîs a Amedê bi rûxandinê re rû bi rû ye
    Berpirsê YEyê: Roja referandûma Kurdistanê rojeke dîrokî ye
    Altan Tan: Parlamentarên AKPê beşdarî cenazeyê PKKyîyan bûn
    Amerîka peymana têkoşîna li dijî terorîzmê bi Qeterê re mor kir
    Etîketan:
    Iraq, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de