21:50 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Leşkerên rûsî yên li Sûriyeyê

    Rûsya: Li Sûriyê pisporekî leşkerî yê Rûsî mir

    © AFP 2017/ Vasily Maximov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 21 0 0

    Wezareta Berevanîya Rûsyayê ragihand, li herêma Hema ya Sûriyê di encama êrîşa milîtanan de pisporekî leşkerî yê Rûsî jiyana xwe ji dest daye.

    Di daxuyanîya Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê da hat gotin, "Di encama êrîşekê de ku ji nişka ve bi topên hawanê li herêma Hemayê bi ser artêşa Sûriyê de hate kirin de, pisporê leşkerî yê Rûsî Serpel Nikolay Afanasov jiyana xwe ji dest da."

    Herwiha hat diyarkirin ku Afanasov di nav koma pisporên leşkerî yên Rûsî de bû ku rahênana leşkerên Sûriyê dikir.

    Etîketan:
    Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de