23:44 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Rûsya: Em hêvî dikin Amerîka sozên derbarê milkên dîplomatîk de bi cî bîne

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir, ew hêvî dikin ku dê Amerîka rêzê li teahudên navnetewî yên milkên Rûsyayê yên li Amerîkayê de bigire.

    Lavrov piştî hevdîtina ligel Nûnera Ewlekarîya Bilind a Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini, li ser milkên dîplomatîk ên Rûsyayê ku li Amerîkayê ne daxuyanî dan.

    Lavrov got: "Em li ser vê dixebin û hêvî dikin ku Amerîka wek welatekî piştgiriya serwerîya hiqûqa navnetewî dike, rêzê li teahudên navnetewî bigire."

    Berî niha jî Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov ji Spûtnîkê re gotibû, derengxistina çareserkirina kêşeya milkên dîplomatîk yên Rûsyayê ji aliyê Amerîkayê ve, wê rê bide wê yekê ku Rûsya jî xwe ji bersiveke tund re amade bike.

    Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama bi hinceta ku Rûsya destwerdana hilbijartinên seroktiyê kiriye, 35 dîplomatên Rûsî dersînor kiribû û biryar dabû dezgehên dîplomatîk yên Rûsyayê yên li New York û Marylandê bên girtin.

     

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê, Moskowê ji ber alîkarî nedaye bajarê xeyalî ‘Rûs Atlantîsê' rexne kir
    YPGê nasnameya 3 şervanên biyanî yên li Reqayê can dane eşkere kir
    Berpirsê YEyê: Roja referandûma Kurdistanê rojeke dîrokî ye
    Altan Tan: Parlamentarên AKPê beşdarî cenazeyê PKKyîyan bûn
    Rûsyayê bi moşekên Toçka-Uyê tetbîqat pêk anî
    Amerîka peymana têkoşîna li dijî terorîzmê bi Qeterê re mor kir
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de