09:54 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Ebû Bekir Bexdadî

    Milîtanên DAIŞê kuştina Bexdadî serrast kirin

    © AP Photo
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 99 0 0

    Hat ragihandin ku milîtanên DAIŞê kuştina serokê rêxistinê Ebûbekir Bexdadî serrast kirin.

    Li gorî nûçeya televîzyona El Sumaria ku li Iraqê weşanê dike agahiya xwe sparte çavkaniyekî nînovayî û kuştina Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî serrast kir. Li gorî daxuyaniya çavkanî, milîtanên DAIŞê kuştina Bexdadî serrast kirin û bi daxuyaniyeke kurt ‘xelîfeyê nû' eşkere kirin. Lê çavkanî di televîzyonê de navê 'xelîfeyê nû' yê DAIŞê eşkere nekir.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniyeke xwe ya demek berê de ragihandibû ku dibe Bexdadî di êrişa hêza hewayî ya Rûsyayê ya 28ê Gulanê de hatibe kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Tê îdiakirin ku Serokê DAIŞê Baxdadî birîndar bûye
    Li gorî CNNê Berpirsê DAIŞÊ El Baxdadî ‘rayedarê fermî' ye
    Rêxistinê dostê Bexdadî ku kuştina wî eşkere kiribû şewitand
    Miftîyê DAIŞê dema behsa Bexdadî kir kelogirî bû
    Rayedarên Îranê kuştina Bexdadî piştrast kirin
    Artêşa Iraqê mizgefta ku Bexdadî xelîfetiyê ragihand kontrol kir
    'Eger Bexdadî hatibe kuştin şûngirê wî dê yek ji leşkerên heyama Sedam be'
    Etîketan:
    Serokê DAIŞê Bexdadî hat kuştin, Ebûbekir Bexdadî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de