14:48 19 Îlon 2017
Zindî
    Donald Trump û Vladimir Putin

    Pûşkov gotinên Psakî yên derbarê ‘defika Pûtîn’ de şîrove kir

    © REUTERS/ Steffen Kugler/Courtesy of Bundesregierung
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Senator Aleksey Pûşkov bersiv da gotinên nûnera berê ya Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê Jenîfer Psakî yên ku ragihandibû, di encama hevdîtinên dû alî yên her du lîderan li Hamburgê, Trump `kete nav defika Pûtîn`.

    Psakî di rexneyên xwe de got ku Trump ji hevdîtina xwe ya bi Pûtîn re ne amade bû û hevdîtinê wek ‘bûyera herî girîng a vê havînê` bi nav kir.

    Herwiha wê lome kir ku Serokê Amerîka derbarê ‘destwerdana' di hilbijartinên DYAyê de goşarê li ser Rûsyayê nekir.

    Pûşkov di şîroveyên xwe de diyar kir ku Psakî ne xwedî zanebunê ye û şaşîtiyên wê yên cografîk bi bîr anî.

    Senator li ser rûpela xwe ya di Twitterê de nivîsand: "Ji bo ku li DYA xwe wek eksper bide qebûlkirin, tek ragihandinek ku ‘Trump kete nav defika Pûtîn` bes e.

    'ŞÎROVEYÊN PSAKÎ DÎYARDEYA ENTELEKTUELÎYA AMERÎKAYÊ YE'

    Psakî wek pispora CNN dewletên wek Îran û Iraq ji hev û du dernaxîne.

    Pûşkov herwiha destnîşan kir ku şîroveyên Psakî wek eksper, diyardeya asta entelektual ya sinifa siyasî a Amerîkayê dide nîşandan.

    Pûtîn û Trump hevdîtina xwe ya yekemîn roja 7 Temmûzê di lutkeya G-20an de pêk anîn.

    Dihate pêşbînîkirin ku hevdîtina wan nêzîkî demjmêrekê dewam bike, lê belê gotûbêjên lîderên her du welatan zêdetirî du demjmêran dewam kir.

     

    Bi heman mijarî:

    Îmamên li Brukselê li dijî terorîzmê çalakî li dar dixin
    Ziyana şer a li ser aborîya Sûrîyê 226 milyar dolar e
    Li Hindistanê ji ber brûskê 31 kes can dan
    Artêşa Sûriyeyê îstasyona xazê ya `Xeyl` ya Humsê ji destê DAIŞê derxist
    Hikûmeta Tirkiyê pirtûka DAIŞê weşand
    Sekreterê NATOyê daxwaza berdewamiya mueyîdeyên li ser Rûsyayê kir
    Etîketan:
    Puşkov, Trump, Pûtîn, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de