14:40 19 Îlon 2017
Zindî
    Aleksandr Gruşko

    Îsvestiya: Dibe Rûsya bangî balyozê xwe yê NATOyê bike

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Li gorî rojnameya Îzvestiyayê, dibe Rûsya asta têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi NATOyê re kêm bike.

    Li gorî nûçeya rojnameya Îzvestiyayê ku dispêre çavkaniyên Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku heke Balyozê Rûsyayê yê NATOyê li Brûkselê Aleksandr Gruşko vegere Moskowayê wê asta têkiliyên dîplomatîk bi tifaqa NATOyê re daxînin asta maslahatguzariyê.

    Çavkaniyan di berdewamiya axaftina xwe de ragihandin ku heke di dema nêzîk de di têkiliyan de guherînên erênî pêk neyên wê Moskowa tenê maslahatguzarê xwe li Brûkselê bihêle.

    ‘SUCDARKIRIN AXAFTINÊ BÊ WATE DIKE'

    Ji aliyê din ve çavkaniyekî din jî got: "Em amade ne bi NATOyê re biaxivin û nîqaşan bikin. Wê sûda vê hebûna, lê sucdarkirinên tifaqê axaftinê bê wate dike û dibe sedema têkçûna têkiliyan."

    Li gorî Îzvestiyayê wê berpirsên Wezareta Derve yên Rûsyayê di 13ê Tîrmehê de li Brûkselê di asta balyozan de wê di konseya Rûsya û NATOyê de bicivin, lê dibe ti encam ji civînê dernekeve.

    Bi heman mijarî:

    Gruşko: "Normalbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê NATO dilrehet kir"
    Rûsya ji tetbîqata NATO û Amerîkayê ne razî ye
    Lavrov û Stoltenberg li ser dahatuya pêwendiyên Rûsya-NATOyê axivîn
    Zaxarova, rojeva Konseya Rûsya û NATOyê eşkere kir
    Generalê brîtanî: ‘Dibe di navbera Rûsya û NATOyê de şerê çekên kimyewî derkeve'
    Etîketan:
    NATO, Balyozê Rûsya yê NATOyê li Brûkselê, Aleksandr Gruşko, Brûksel, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de