13:48 26 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Rûsya amade ye fuara Expo 2025ê li dar bixe

    © REUTERS/ Dmitri Lovetsky
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe de ragihand ku heke Rûsya vî mafî bi dest bixe dikare di asteke bilind de li bajarê Yekaterinburgê Expo 2025ê li dar bixe.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li bajarê Yekaterinburgê di axaftina xwe ya vekirina Fuara Pîşesaziya Navneteweyî ya Innopromê de got: "Heke Expo 2025an bispêrin welatê me Innoprom bi ceribandinên xwe wê di asta herî bilind de li dar bixe."

    DIVÊ SEKTORA PÎŞESAZIYA LEŞKERÎ HILBERÎNA XWE YA JI BO SIVÎLAN FIREH BIKE

    Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe behsa wezîfeyên pêşeng ên pîşesaziya leşkerî ya rûsî kir û got: "Ji bo vê sektorê pêşketina herî girîng zêdekirina hecma hilberîna teknolojiye ye. Ji xwe Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Rûsyayê di vê mijarê de xebatên aktîf dimeşîne."

    Di meha gulana borî de Buroya Fuarên Navneteweyî ya Rûsyayê ji bo World Expo 2025 li bajarê Yekaterinburgê were lidarxistin serlêdana fermî kiribû. Yekaterinburg ji bo mahzuvaniya fuara Expoyê bike ev cara duyemîn e serî lê dide.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn û Trump 40 deqîqeyê xwe yê pêşî ji çi re veqetandin?
    Pûtîn: Rûsyayê dê Peymana Îklîmê ya Parisê pêk bîne
    ‘Hewldanên astengkirina hevdîtina Pûtîn-Trump bi serneket'
    Pûtîn û Erdogan li hev civiyan
    Trump: Hevdîtina bi Pûtîn re gelek xweş bû
    Melania dema hevdîtina Trump-Pûtîn aciz bû û ket jûra hevdîtinê
    Etîketan:
    World Expo 2025, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Yekaterinburg, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de