06:48 22 Mijdar 2017
Zindî
    Rûsya

    Civaknasan li ser seroktiya malbatên Rûsyayê lêkolînek pêk anî

    © Foto: © Sputnik/ Alexander Vilf
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1510

    Di navbera deh salan de nêzîkbûna demokratîk di warê pirsa kî li malê serok e de, pirsa otorîteyê dûr xist. Li gor lêpirsîna Navenda Lêkolînên Giştî yên Rûsyayê du ji sê welatiyên Rûsyayê dibêjin ku di malbatên wan de demokrasî heye û hemû pirsên girîng ewana bi hev re çareser dikin.

    Alaya Rûsyayê
    © Sputnik. Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Civaknas diyar dikin ku di civakê de guhertinên pir mezin têne dîtin. Di sala 2005 %38 selef welatiyên Rûsyayê serokê malbatê mêrê mezin li malê dihesibandin yan jî jinê, lê ji sedî 35 selefên din digotin kuû hemû pirsên girîng gerek bi riya nîqaşan bêne çareserkirin.

    Îro jî, alîgirên pozîsiyona duyemîn bi du caran zêde ne (%60). Di materiyalên lêkolînê de, tê gotin ku `%62 welatiyên zewicî dibêjin kuû di malbatên wan de lîderekî ku biryaran bistîne tune. Lê belê pozîsiyona zilaman hîn xurte: %29 mikur li xwe tînin ku di malbata wan de serok zilam e (di nav zilaman de %34), kesên kuû jinan wek serok dibînin %7 selefin (di nav jinan — %12).

    Piraniya beşdarvanên lêpirsînê (%96) ji pêwendiyên hevjînên xwe razî ne. Derbarê destekkirina malbatê di rewşên giran de (%78) kesên tev lêpirsînê bûne dibêjin ku wê alîkariyê hîs dikin, lê belê ji wan 12 selef dixwezin ji xizmên xwe zêdetir alîkariyê werbigirin. Lê li gor hesabên %15 selefên din yên tevlê lêpirsînê bûne pir caran ewana bi xwe ji xizmên xwe re dibin alîkar.

    Pispor diyar dikin ku piraniya welatiyên Rûsyayê tekez dikin ku ewana ji aspektên cuda yên jiyana malbatî razî ne. Malbatên Rûsyayê bi awayekî serkeftî di şert û mercên nûjen de bi rehetî adapte dibin.

     

    Bi heman mijarî:

    2 eşîrên Kurd di maça futbolê de bi hev ketin: Kuştî û birîndar hene
    Generalê rûsî yê berpirsê çekên nukleerî îstîfa kir
    Lavrov: Rûsya û DYA amade ne, li başûrê rojavayê Sûriyê agirbestê ragihînin
    Li Silêmaniyê mamosteyek piştî nimêja Înê hat kuştin
    General Anderson: Wê HSD li demeke nêzîk Reqayê ji DAIŞê bistîne
    'Rûsya û Amerîkayê li ser agirbesta Sûriyeyê li hev kirin'
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de