20:30 24 Gulan 2018
    Alaya Rûsyayê

    Generalê rûsî yê berpirsê çekên nukleerî îstîfa kir

    © Sputnik . Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Rojnama Kommersantê ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îstîfaya Fermandarê Serokê 12mîn rêveberiya sereke yê Wezareta Parastin a Rûsyayê Yuriy Sîç ku berpirsê parastin û xizmetkirina hemû cebilxaneyên nukleerî bû pejirand.

    Li gorî nûçeya rojnamê, general ji ber pirsgrêkên tendrustiyê, bi xwe daxwaza îstîfayê kiriye û li şûna Sîç cigîrê wî general Îgor Kolesnîkov bi awayeke demkî hatiye peywirdarkirin. Rojnamê diyar kir ku General Siçy wek rêveberekî baş ku xebata xwe yê li wezaretê bi rêkûpêk dikir tê nasîn.

    12mîn rêveberiya sereke yê Wezareta Parastinê, organa navendî ya rêveberiya leşkerî a pêkanîna siyaseta nukleerî- teknolojî ya dewletê û dabînkirina nukleerî ji bo hêzên çekdar pêktîne. Organ, kontrola deranîn û ceribandina çekên nukleerî her wiha depokirin, parastin, qeydên wan û plankirinê dike.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Rûsya û DYA amade ne, li başûrê rojavayê Sûriyê agirbestê ragihînin
    'Rûsya û Amerîkayê li ser agirbesta Sûriyeyê li hev kirin'
    Trump: Divê Rûsya piştgiriya Îranê û Esad berde
    Trump: Rûsya dikaribû mudaxeleya hilbijartinê bike, lê nekir
    Rûsya: Grûbên sûriyeyî ji bo bombebaranê meşru bikin amadehiya êrişên kîmyewî dikin
    Etîketan:
    nukleerî, îstîfa, çek, Yuriy Siçy, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de