14:50 26 Gulan 2018
Leonîd Slutskiy

Rûsyayê ji bo hevdîtina bi Amerîkayê re şert danî: Ne şerê Şamê yê DAIŞê bikin

© Sputnik / Sergey Kuznecov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Komîteya Pêwendîyên Navnetewî yê Duma ya Rûsyayê Leonid Slutskiy, bersiv da daxuyanîyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ên derbarê amadebûna hevdîtinên li ser herêmên qedexeya firînê yên Sûrîyê.

Slutskiy got, ‘Ger Washington li Sûrîyê ne bi Şamê re, bi DAIŞê re şer bike, ew ê bi wan re qedexeya firînê biaxivin.'

Slutskiy ji rojnamevanan re li ser pêşniyara Tillerson ragihand: "Em hêvî dikin ku Amerîka di operasyonên têkoşîna dijî terorê de, vegere ser têkoşîneke berfireh û temam. Wê demê em dikarin bi wan re nêzîkbûneke mentiqî bikin. Berî niha jî Serokê Amerîkayê Donald Trump jî gotibû, divê ne bi Serokê Sûriyê Beşar Esad re, birêxistinên terorê re têkoşîn bê kirin."

Slutskiy diyar kir ku ji gotinên Tillerson xuya dibe ku Amerîka amade ye ji bo avakirina komîsyona têkoşîna dijî terorê hevdîtinan bike.

 

Bi heman mijarî:

Barzanî: Piştî serxwebûnê 'em garantîyeke temam didin'
Qeter: Ambargo helwesteke êrîşkarî ye, Îran mahne ye
'PYDê rêveberîya petrola Rimêlanê da hikûmeta Sûrîyê’
Nivîskarê kurd Yanliç li Amedê hat binçavkirin
Şerê li Reqayê dijwar bû: 23 DAIŞî hatin kuştin
Enqere: Piştî qedexeyê 26 xwepêşander hatin binçavkirin
Etîketan:
Amerîka, Rusya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de