10:32 20 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Donald Trump

    Hevdîtina Pûtîn û Trump sibe piştî nîvro destpê dike

    © REUTERS/ Ivan Sekretarev/Lucas Jackson
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Hat ragihandin ku hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump a Lutkeya G20an a Hamburgê hatiye plankirin ku 7ê Tîrmehê piştî nîvro pêk were.

    Tê çaverêkirin ku hevdîtina her du serokan li gor dema Hewlêrê li demjimêr 16.45an destpê bike.

    Tê pêşbînîkirin ku di hevdîtina Pûtîn û Trump de mijarên destdanîna ser milkên Rûsyayê yên dîplomatîk li Amerîkayê werin rojevê.

    Berî niha Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov dabû xuyakirin ku dê di hevdîtina her du serokan de, rewşa Sûrîyê û qeyrana Ukraynayê were rojevê.

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson jî diyar kiribû ku dê hevdîtina Pûtîn û Trump a Hamburgê bibe hincet ji ‘parvekirina nêrînên baş re'.

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Enqere partnerê sereke yê terorîstan e
    Silêmanî: Borî teqîya, 7 karker birîndar bûn
    NY: 20 hezar Mûsilî asê mane
    Trump: Divê Rûsya piştgiriya Îranê û Esad berde
    Xamaney: Em ê şemaqê li dijmin bixin
    Dijberên G20ê xwe ji protestoyan re amade dikin: Bixêr hatin dojehê
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de