21:50 25 Îlon 2017
Zindî
    Dûmaya Dewletê

    Pûtîn peymana ku bi Sûriyeyê re morkirin pêşkeşî Dûmayê kir

    © Sputnik/ Vladimir Fedorenko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, peymana bicihkirina komên hewayî yên rûsî li Sûriyeyê ku di navbera Rûsya û Sûriyeyê de hatibû morkirin, bo erêkirinê pêşkeşî Dûmayê baskê jêr ya parlamentoyê kir.

    Li gorî ragihandina bingeha daneyên Dûmayê, Pûtîn peymana ku di 25ê Tebaxa 2015an de hatibû morkirin, şandiye Dûmayê.

    Eger Peyman ji aliye Dûmayê ve were erêkirin, tê payîn dê bişînin Konseya Federasyonê ya baskê jor a parlamentoyê.

    RÛSYA DI RÊBENDANA 2016AN DE EŞKERE KIR

    Peyman di 26ê Tebaxa 2015an de li Şamê paytexta Sûriyeyê hatibû morkirin.

    Rûsyayê peymana ku di 26ê Tebaxê de hatibû morkirin, di Rêbendana 2016an de eşkere kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Hêzên koalîsyonê operasyona hewayî li Sûriyeyê pêk anî: 9 sivîl hatin kuştin
    Li Sûriyeyê ji bo 5 rojan agirbest hat ragihandin
    Rûsya di 24 saetên dawî de 3.9 ton alîkariya mirovî şand Sûriyeyê
    Pûtîn û Erdogan li ser krîza Sûriyeyê axivîn
    Rûsya: Îdiayên Amerîkayê yên derbarê êrişa Sûriyeyê ya çêkên kimyawî da li dijî Rûsyayê ye
    Etîketan:
    parlamento, pêşkeş, peyman, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de