09:42 21 Îlon 2017
Zindî
    Keştiya şer ê Amerîkayê

    ‘Washington ji bo lêdana Sûrîyê li hincetan digere’

    © AP Photo/ Fabrizio Bensch/Pool
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Serokê Komîsyona Polîtîkayên Enformasyonê yê Konseya Federasyona Rûsyayê Aleksey Puşkov, agahîya bicihkirina keştî û balafirên Amerîkayê ji bo êrîşeke ser Sûrîyê nirxand û got, Washington ji bo lêdana Sûrîyê tenê li mahneya digere.

    Senatorê Amerîkî li ser hesabê xwe yê twitterê da xuyakirin, "Amerîkayê hêzên deryayî û hewayî xistine rewşa amadebaşîyê û ji bo lêdana Sûrîyê li hincetan digere. Esad hinceteke wisa naxe destê wan. Ji bo provokasyonan demeke îdeal e."

    KOŞKA SPÎ ÎDIAYA ÊRÎŞA ÇEKÊN KÎMYEWÎ DABÛ PÊŞ

    Koşka Spî berî niha îdiaya amadekarîya êrîşa çekên kîmyewî ji aliyê hikûmeta Sûrîyê ve dabû pêş û gotibû, dê rêveberîya Serokê Sûrîyê Beşar Esad ‘bedelekî giran bide', lê Şamê ew îdia red kiribûn.

    Herwiha CNNê bi zarê hin çavkanîyan ragihandibû ku Amerîka ji bo îhtimala lêdana Sûrîyê keştiya balafirên şer û balafirên şer ji bo êrîşan xistine rewşa amadebaşîyê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Mûsilê 5 ji wan Kurdên Êzidî 30 kes hatin rizgarkirin
    Simonyan: Me nedizanî ku Pentagon evqas newêrek e
    Konsulê nû yê Brîtanyayê li Hewlêrê dest bi kar kir
    Îranê ava ku diçe bajarên Kurdan qut kir
    Ji bo destdirêjîya li nexweşxaneya Erxenîyê lêpirsîna îdarî hat destpêkirin
    HSDê rêya dawî ya reva DAIŞê li Reqayê kontrol kir
    Etîketan:
    Sûrîye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de