02:25 17 Tebax 2017
Zindî
    IŞİD lideri Ebubekir el Bağdadi

    Ozerov: Îhtîmala kuştina Bexdadî nêzî sedî 100 e

    © AP Photo/ Manish Swarup
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1421

    Serokê Komîteya Ewlehî û Konseya Federasyona Rûsyayê Vîktor Ozerov ragihand ku îhtîmala kuştina Serokê DAIŞê Ebû Bekîr el Bexdadî di êrişa operasyona hewayî meha borî ya Rûsyayê de, nêzî sedî 100 e.

    Ozerov ji çapameniya rûsî re axivî û diyar kir ku, "Eger Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu di mijara kuştina serokê DAIŞê de rapor pêşkeşî Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dike, ji bo vê yekê jî ev îhtîmal nêzî sedî 100ê ye."

    ‘RÛSYA, NAXWAZE BIKEVE REWŞA WELATÊN DIN'

    Ozerov bibîrxist ku beriya niha welatên din eşkere kiribûn ku Serokê DAIŞê Bexdadî kuştine, lê piştre derket holê ku Bexdadî nemiriye, Rûsya naxwaze bikeve rewşa welatên din.

    'NEDÎTINA BEXDADÎ LI RAYAGIŞTÎ VÊ ÎHTÎMALAN XURTTIR DIKE'

    Ji aliyê din ve Ozarov ragihand ku nedîtina Bexdadî li rayagiştî, îhtîmala mirina wî xurttir dike. Piranî piştî nûçeyên kuştina Bexdadî, daxuyanî dihat dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê nêzî mizgefta ku Bexdadî xelîfetiyê ragihandibû, bû
    Gatîlov: Kuştina Bexdadî hêj nehatiye piştrastkirin
    Kosaçev: Kuştina muhtemel a Bexdadî nayê wateya serneketina DAIŞê
    Koalîsyon: Em kuştina Bexdadî nikarin piştrast bikin
    Etîketan:
    rapor, îhtîmal, kuştin, Vîktor Ozerov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de