03:56 21 Tebax 2017
Zindî
    Amiral Essen fırkateyni

    Rûsya: Me ji Behra Spî 6 moşek avêtin çeperên DAIŞê yên li Sûriyeyê

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1010

    Wezareta Parastin a Rûsyayê ragihand ku ji keştiyên şer û noqavê yên li Behra Spî ve moşek pekandine çeperên DAIŞê yên li Sûriyeyê. Hate diyarkirin ku mîlîtanên ji êrişî xilasbûna bi operasyona hewayî hatine kuştin.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê bi daxuyaniyeke ragihand ku "6 moşekên Kalîbr kruz ji firkateynên Amîral Essen, Amîral Grîgorocîç û noqava Krasnodarê ku girêdayê Hêzên Behrê ya Rûsyayê ne, avêtine çeperên DAIŞê yên li Sûriyeyê."

    Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku depoyên cebilxaneyan û noqteyên kontrolê yên li bajaroka Akerbatê yên DAIŞê hatine jinavbirin.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeperên DAIŞê yên piştî êrişî, bi operasyona hewayî ya Hezên Hewayî-Fezayî ya rûsî ve hatine jinavbirin.

    ‘AGAHÎ DAN TIRKIYE Û ÎSRAÎLÊ'

    Wezaretê destnîşan kir ku agahî di derbarê êrişan de dane fermandariyên Tirkiye û Îsraîlê.

    Hate diyarkirin ku gelek çeperên mîlîtanên li wê herêmê hatine jinavbirin û DAIŞê jî bi rêbazên cuda mîlîtanên xwe dişîne Hemayê.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Îhtîmala mezin Bexdadî hatiye kuştin
    Rûsya dê Tankên Armata û S-500an nefiroşe derve
    Peskov: Rûsya xwe ji bo bersivdana toleyên Amerîkayê amade dike
    Rûsya: Me li Baltikê rêgirî li balafira keşfê ya Amerîkayê kir
    ‘Rûsya ji çalakiyên koalîsyonê yên li Sûriyeyê bifikar e'
    Etîketan:
    moşek, DAIŞ, Wezareta Parastin a Rûsyayê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de