07:25 21 Tebax 2017
Zindî
    Rusya Dışişleri Bakanı Sergey Lavrov

    Lavrov: Her ku diçe îtibara nûnerên muxalefeta derve ya Sûrîyê namîne

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3610

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku her diçe îtibara nûnerên muxalefeta derve ya Sûrîyê namîne.

    Lavrov bi serokê kutleya muxalefeta nermrê û lîberalî Ehmed Cerba re hat ba hev.

    Lavrov got, "Em niha çavderîya geşedanên pozîtîv di hin grubên muxalefetê de dikin û ev hewildan û xema we, ji bo gelek kesên fikara Sûrîyê dikin nîşaneyeke diyarker e."

    Lavrov herwiha destnîşan kir, hinek nûnerên muxalefeta Sûrîyê yên ku bi pêşhukmî û sponsorîya welatên derve kar dikin, her diçe îtibara xwe winda dikin.

    Wezîrê Rûsî bal kişand herêmên aram û kêmkirina rageşîyê ku li Astanayê hatibû pêşnîyarkirin û got, ‘Damezirandina herêmên kêmkirina rageşîyê, dê bihêle ku li şûna şerê navbera hêzên hikûmetê û yên nêzîkî wê bi muxalefeta çekdar re, pêvajoya hevkarîyê û têkoşîna dijî terorê dest pê bike.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çû serdana Celal Talabanî
    Serlêdana ‘Komkûjiya Êzidiyan’ li Dîwana Dadê ya Laheyê hat qebûlkirin
    Barzanî ji Yekîtîya Ewropayê piştgirî xwest: Dijayetîyê li mafê yasayî nekin
    'Îran li dijî Tirkiyeyê derdikeve ku leşkerên xwe bişîne herêmên biewle yên li Sûriyeyê'
    UNICEF: Di sê salan de hezar û 75 zarok hatin kuştin
    Etîketan:
    Lavrov, Sûrîye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de