05:16 20 Tebax 2017
Zindî
    Qralê Siûdî Selman - Prensê Şûngir Muhammed bin Nayif - Prensê Şûngir Muhammed bin Selman

    Cabarov: Guhertina Prensê Siûdî gaveke bihêzkirina potansîyela leşkerî ye

    © REUTERS/ SPA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1421

    Cîgirê Serokê Komîteya Pêwendîyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Vladimir Cabarov guhertina Prensê Şûngirê Erebîstana Siûdî nirxand.

    Cabarov got ku li şûna Muhammed bîn Nayef anîna kurê Qralê Siûdî Salman yê 31 salî Muhammed bîn Salman, wekî gaveke bihêzkirina potansîyela leşkerî ya Erebîstana Siûdî tê nirxandin.

    Cîgirê Serokê Komîteya Pêwendîyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Vladimir Cabarov ji Spûtnîkê re li ser mijarê wiha axivî: "Guhertina Prensê Şûngir ne rasthatinîyek e. Ji ber ku kurê Qral hatiye tayînkirin, rola pêwendîyên malbatî heye. Herwiha ev guhertin, nîşanî me dide ku Erebîstana Siûdî wek polîtîkaya sereke bihêzkirina potansîyela leşkerî dibîne."

    Parlamentarê Rûsî destnîşan kir ku rola krîza Qeterê jî di guhertina Prensê Şûngir de heye û bi bîr xist ku ew dê hevkarîya xwe ya ser petrolê ya bi Erebîstana Siûdî re berdewam bikin.

    Cabarov pêşbînî kir ku dê krîza Qeterê jî her ku biçe jiholê rabe.

     

    Bi heman mijarî:

    Polîsên federalî yên Iraqê êrîşî çeperên Mûsilê yên DAIŞê dikin
    Kalaşnîkovê dest bi hilberîna tomerî ya NBHyê kir
    YPG: Tirkiye yekîneyên leşkerî li nêzîkî Efrînê bicih dike
    Eşîrên ereb ên Nînowayê dixwazin tevlî Herêma Kurdistanê bibin
    Peskov: Rûsya xwe ji bo bersivdana toleyên Amerîkayê amade dike
    Li Reqayê şerê dijwar di navbera HSDê û DAIŞê de diqewime
    Li Tirkiyê 6 leşkerên payedar hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Erebîstana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de