01:27 20 Tebax 2017
Zindî
    ZALA 421-16Е2

    Kalaşnîkovê dest bi hilberîna tomerî ya NBHyê kir

    © Foto: ZALA AERO GROUP
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1920

    Kompanîya hilberandina çekan Kalaşnîkovê ragihand ku wan dest bi hilberîna tomerî ya Navgîna Bêmirov a Hewayî (NBH) ZALA 421-16E2yê kiriye.

    NBHya ZALA ku bi taybetmendîyên xwe di nav cureyên navgînên bêmirov ên hewayî de bêmînak e, dê li fûara MAKS a Navgînên Hewayî ya Navnetewî ku li Moskowê li dar dikeve, were nasandin.

    Nivîsgeha çapemenîyê ya Kalaşnîkovê raghand ku hilberîna tomerî ya ZALAyê ku ji alîyê kompanîya ZALA AERO ve hatiye sêwirandin dest pê kiriye û navgînên ewil bo daxwazkaran hatine radestikirin.

    NBHya ZALA AERO di her cure şertên hewayê de dikare bifire û 4 saetan li hewayê dimîne ku heta 50 kîlometran jî daneyên tomarkirî radigihîne.

    Cîgirê Midurê ZALA AEROyê Nikita Zaharov da xuyakirin, "Ne li Rûsyayê ne jî li dinyayê mînaka ZALA 421-16E2 tune ye ku ew bi taybetmendîyên xwe yên karanîna ewlekarî û jêhatinî ji yên din cuda ye. Herwiha di vê NBHyê de moda firînê ya bêdengîyê heye ku ev jî ji bo ewlekarîya hêzên ewlekarîyê gelekî girîng e."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Reqayê şerê dijwar di navbera HSDê û DAIŞê de diqewime
    Li Tirkiyê 6 leşkerên payedar hatin binçavkirin
    Barzanî: Dem dema referandûmê ye, em êdî paş naxin
    Herêma Kurdistanê wek welatekî serbixwe beşdarî konferanseke aborî dibe
    ‘DAIŞê dîsa bi çekên kimyewî êriş kir'
    Sedî 87ê rûsan piştgirî didin siyaseta derve yê Pûtîn
    ‘Wê Iraq, welatên kendavê li hev neyîne’
    Etîketan:
    NBH, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de