22:20 28 Hezîran 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    ‘Rûsya ji çalakiyên koalîsyonê yên li Sûriyeyê bifikar e'

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 621

    Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov ragihand ku ji rewşa li Sûriyeyê ji ber çalakiyên koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞê ku pêşengiya wê Amerîka dike, bifikar in.

    Peskov bersiva pirsa gelo xistina balafira Sûriyeyê li nêzî Reqayê ji aliyê koalîsyonê ve dê bandorê li rewşa Sûriyeyê bike, da û diyar kir ku rewş ji ber çalakiyên koalîsyonê bi awayeke cidî endîşe didin.

    ÎXTÎMALA ŞERÊ RASTERAST DI NAVBERA RÛSYA Û AMERÎKAYÊ DE HEYE AN NE?

    Piştî daxuyaniya Wezareta Parastin a Rûsyayê, ya di derbarê navgînên li qada operasyonên Hêzên Hewayî-Fezayî ya Rûsyayê li rojavayê Çemê Firatê, gelo îxtîmala şerê rasterast di navbera Rûsya û Amerîkayê de heye an ne? ji Peskov hat pirsîn.

    Lê Peskov bersiva vî pirsî neda.

    Wezaretê ragihand ku pergala parastina moşekên rûsî dê rê li navgînên hewayî yên bêmirov û balafirên şer jî di nav de hemû navgînên hewayî yên hêzên koalîsyona navdewletî, bigire.

    Bi heman mijarî:

    Delegasyona Şamê piştrastkir ku beşdarî hevdîtinên li Astanayê dibin
    Artêşa Sûriyeyê kontrola bajarok Rûsafa û 20 gundên nêzî Reqayê bi dest xist
    Rojnamevanê rûsî: Aferîn DYA! Piştgiriya kurdan dikî ku neyarên Tirkiyeyê ne
    PYD: Em bi Erebistana Siûdî û welatên Kendavê re neciviyan
    Gatîlov: Kuştina Bexdadî hêj nehatiye piştrastkirin
    Li El Babê teqîn: 2 fermandar can dan 12 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    bifikar, DAIŞ, koalîsyon, çalakî, Kremlîn, Dmîtriy Peskov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de