22:20 28 Hezîran 2017
Zindî
    YPG û leşkerên Amerîka

    Rojnamevanê rûsî: Aferîn DYA! Piştgiriya kurdan dikî ku neyarên Tirkiyeyê ne

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6234

    Pêşkeşvanê bernameya Voskresenniy Veçerê ku di televîzyona dewletê ya Rûsyayê Rossiya 1ê de tê weşandin, Vladimîr Solovyov ragihand ku tu wateya wê tine ne ku Washington li şûna hevalbendê xwe Enqereyê piştgirî dide kurdên Rojava.

    Solovyov di weşana zindî de axivî û henekê xwe bi Amerîkayê kir: "Tirkiye li herêmê kurdên Rojava wek terorîst û dijminên sereke dibine. Rewşeke wiha li holê heye: Amerîka, piştgiriya dijminê hevalbendê NATOyê (Tirkiye) dike. Aferîm, kesên ku ji kûr ve girêdayî prensîbên xwe ne."

    ‘DIBE ŞEREK MEZIN LI HERÊMÊ DERKEVE'

    Slovyov wiha pê de çû: "Geşedanên di rojên dawî de li Sûriyeyê diqewimin, gelek xeterenê. Dibe, bibe sedema şereke mezin. Balafirên şer ên Amerîkayê, êrişî balafirên Sûriyeyê kirin. Ji bilî vê Washington vê yekê ji bo hêza xwe bide nîşandan kir. Piştî ve yekê Rûsyayê hevkariya xwe yê bi Amerîkayê re di çerçoveya memorandûma berî girtina qezayê li qada hewayî ya Sûriyeyê de da rawestandin. Ev rewşeke cidî ye."

    Pisporên rûsî yên ku di bernameyê de axivîn jî eşkere kirin ku kurdên Rojava bi temamî ketine bin bandora Amerîkayê.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Amerîkî nameya çekên ku didin YPGê ji Tirkîyê re şand
    Amerîka çekên giran û wesayîtên bizirx ji YPGê re şand
    Erdogan gef li YPGê xwarin: Em ê bi xwe biryarê bidin
    Berdevkê YPGê dema operasyona navenda Reqqayê ragihand
    Amerîka çekên giran û wesayitên zirxî yên Hummerê ji YPGê re şand
    Etîketan:
    kurd, henek, piştgirî, Vladimîr Solovyov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de