22:16 28 Hezîran 2017
Zindî
    Konstantîn Kosaçev

    Kosaçev: Dibe koalîsyon li Sûrîyê provokasyonan bidomîne

    © Sputnik/ Alexander Shalgina
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1420

    Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Konstantîn Kosaçev, li ser lêdana balafira arteşa Sûrîyê ji alîyê koalîsyonê ve diyar kir, balafir bi zanebûn hatiye lêdan û dibe hêzên koalîsyonê provokasyonên xwe berdewam bikin.

    'ÊRÎŞ BI ZANEBÛN HATIYE KIRIN'

    Kosaçev ji medya Rûsî re ragihand, ‘Ev êrîş bi zanebûn hatiye kirin. Ev nîşaneya ‘Xwedîyê malê kî ye?' ye.

    Senatorê Rûsî bal kişand ser, hevpeymanîyê di operasyonên xwe yên salekê yên Sûrîyê de li hemberî DAIŞê serkeftinek bidest nexistiye û hêrs bûye, lê beramberî vê yekê Hêzên Hewayî-Fezayî yên Rûsyayê bi destpêkirina têkoşîna xwe dijî terorê re rewşa Sûrîyê ji binî ve guhertine.

    'KOALÎSYON LI ŞÛNA TERORÊ PEYWIRA HILWEŞANDINA ESAD BI CÎ TÎNE'

    Kosaçev bi bîr xist ku mebesta hevpeymanîyê ew e ku xwe wekî lîderê têkoşîna dijî terorê nîşan bide û Rûsyayê jî wekî welatê ku dixwaze hikûmeta Sûrîyê biparêze nîşan bide û wiha domand: "Lê belê êrîşa ku li dijî balafira Sûrîyê hatiye kirin, her tişt derxist holê: Li demeke ku Rûsya têkoşîna dijî terorê dike, hêzên koalîsyonê peywira xwe hilweşandina rêveberîya Beşar Esad bi cî tînin."

    'DIBE KOALÎSYON PROVOKASYONAN DEWAM BIKE'

    Senatorê Rûsî herwiha destnîşan kir, hewildanên Amerîkayê yên guhertina hikûmeta Sûrîyê rê dide wê yekê ku temenê DAIŞ û rêxistinên din ên terorê dirêj bibe û da zanîn, dibe koalîsyon provokasyonên mîna vê beredewam bike.

    Kosaçev bi bîr xist ku 2 roj berê medya cîhanî behsa kuştina Serokê DAIŞê Ebûbekîr Bexdadî dikir, lê niha jî behsa xistina balafira Sûrîyê dike û wiha got: "Ev her du mînak, nîşan didin ku li Sûrîyê kî bi çi mijulîyê dike.

     

    Bi heman mijarî:

    Leşker gundiyên desteserkirî 15 saetan li nav erdan radiwestînin
    Rojnamevanê kurd di encama teqîna bombeyê de can da
    Kazakistan: Hevdîtinên Sûriye yên li Astanayê di 4-5ê meha Tîrmehê de ne
    Polîsên Parisê li nêzîkê Qesra Elysse operasyon dan destpêkirin
    Di navbera PKKê û leşkeran de pevçûn derket: Leşkerek can da 2 jî birîndar bûn
    ‘Navgînên hewayî yên li qada operasyonên Rûsyayê li Sûriyeyê dê otomatîk neyên jinavbirin'
    Etîketan:
    Amerîka, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de