22:20 28 Hezîran 2017
Zindî
    Balafira şer ê Artêşa Sûriyeyê

    'Dibe Sûriye bersiva hêzên koalîsyonê ku balafira wan xist bide'

    © Sputnik/ ILYA PİTALEV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3220

    Cîgirê Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Vladimîr Cabarov xistina balafira Artêşa Sûriyeyê ji aliyê hêzên koalîsyona navdewletî ve nirxand û ragihand ku geşedanên qewimîn dibe bibe sedema pevçûnên mezin û dibe Artêşa Sûriyeyê bersiv bide.

    Cabarov, ji televîzyona Russia Today (RT) re axivî û got: "Xistina balafirê bi vî şiklî nayê qebûlkirin. Dê bersiva hêzên koalîsyonê bê dayîn. Pergala parastina hewayî S-300î ya Sûriyeyê û pergala parastina hewayî ya S-400î ya Rûsyayê hene. Ji ber vê yekê ev geşedan dibe bibe sedemên pevçûnên mezin."

    Cabarov, bangî hevdîtina bi beşdarbûna dîplomatên hemû aliyan di derbarê xistina balafira sûrî bê axaftin, kir.

    KLÎNTSEVÎÇ: ÊRIŞ, PROVOKASYONEKE LI DIJÎ RÛSYAYÊ YE

    Ji aliyê din ve Cîgirê Serokê Komîteya Ewlehî û Parastina Konseya Federasyona Rûsyayê Frants Klîntsevîç ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku xistina balafira Sûriyeyê provokasyoke li dijî Rûsyayê ye.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê kontrola bajaroka nêzî Reqayê bi dest xist
    Lavrov: Dê tûra nû ya hevdîtinên Astanayê di 10ê Tîrmehê de pêk were
    Rûsyayê hevkariya xwe ya bi Amerîkayê re li Sûriyeyê da rawestandin
    Rûsya: Xistina balafira sûrî ji terefê Amerîka ve tê wateya piştgiriya terorîstan
    Ji Lavrov bo Amerîkayê: Xwe ji çalekiyên yekalî dûr bigrin
    Etîketan:
    koalîsyon, bersiv, balafir, Televîzyona Russia Today (RT), Vladimîr Cabarov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de