09:21 23 Tebax 2017
Zindî
    Frants Klîntsevîç

    ‘Navgînên hewayî yên li qada operasyonên Rûsyayê li Sûriyeyê dê otomatîk neyên jinavbirin'

    © Sputnik/ Yana Lapikova
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 820

    Cîgirê Serokê Komîteya Ewlehî û Parastin a Konseya Federasyonê ya Rûsyayê Frants Klîntsevîç ragihand ku navgînên hewayî yên ku bikevin qada operasyonên Hêzên Hewayî-Fezayî ya Rûsyayê dê otomatîk neyên jinavbirin.

    Klîntsevîç ji Sputnikê re axivî û di derbarê navgînên hewayî yên li qada operasyonên Hêzên Hewayî-Fezayî ya Rûsyayê ên li rojavayê Çemê Firatê ya Wezareta Parastin a Rûsyayê de şîrove kir.

    'JI BO HER BÛYERÊ DÊ BIRYARÊN CUDA BÊN GIRTIN'

    Klîntsevîç got: "Dê navgînên ketin qada operasyonên Hêzên Hewayî-Fezayî ya Rûsyayê otomatîk neyên jinavbirin. Ji bo her bûyerê biryarên cuda bên girtin, lê eger çalakiyên êrîşkar pêk werên dê bi tûndî rê li ber bigirin."

    Wezaretê ragihand ku pergala parastina moşekên rûsî dê rê li navgînên hewayî yên bêmirov û balafirên şer jî di nav de hemû navgînên hewayî yên hêzên koalîsyona navdewletî, bigire.

    Bi heman mijarî:

    'Hat îdiakirin ku Amerîkayê dest daniye ser pakêteke dîplomatîk a Koreya Bakur'
    Rûsyayê hevkariya xwe ya bi Amerîkayê re li Sûriyeyê da rawestandin
    Rûsya: Xistina balafira sûrî ji terefê Amerîka ve tê wateya piştgiriya terorîstan
    Ji Lavrov bo Amerîkayê: Xwe ji çalekiyên yekalî dûr bigrin
    Koalîsyona Amerîkayê ji bo çekdarên HSDê balafira leşkerî ya Sûriyeyê avêt
    Etîketan:
    jinavbirin, operasyon, otomatîk, Frants Klîntsevîç, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de