09:21 23 Tebax 2017
Zindî
    Balafira Amerîkayê

    Rûsyayê hevkariya xwe ya bi Amerîkayê re li Sûriyeyê da rawestandin

    © AFP 2017/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4412

    Wezareta Parastin a Rûsyayê di derbarê xistina balafira Sûriyeyê ji aliyê balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ve daxuyanî da û ragihand ku memorandûma rm girtina qezayên hewayî ya li Sûriyeyê bi Amerîkayê re dane rawestandin. Wezeratê eşkere kir ku Amerîkayê beriya êrişê vê kanala ragihandinê bi Rûsyayê re bikar aniye.

    Wezareta Parastin a Rûsyayê diyar kir ku koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, di dema operasyona xistina balafira Su-22ê ya aydî artêşa Sûriyeyê ya li Reqayê de, memorandûma berî girtina qezayên hewayî ya li Sûriyeyê ku bi Rûsyayê re li hev kiribûn bikar aniye û eşkere kir ku ji îro pê ve hevkariya bi Amerîkayê re di çerçoveya memorandûmê de dane rawestandin.

    ‘HELWESTA BALAFIRÊN AMERÎKAYÊ ÇALAKIYÊN ÊRIŞKAR IN'

    Wezaretê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku "Hêzên Hewayî-Fezayî ya Rûsyayê di wê demê de li qada hewayî ya Sûriyeyê operasyon pêk dianîta. Lê hêzên koalîsyonê kanala ragihandina di navbera baregeha rûsî ya li Hmeymîmê û li Qeterê de ku rê girtina qezayên hewayî li Sûriyeyê pêk tînin, bikar neanî ne. Helwesta balafirên şer ên Amerîkayê li dijî artêşa Sûriyeyê, ‘Binpêkirina hiqûqa navneteweyî' û ‘Çalakiyên êrişkar in.'

    ‘PERGALA PARASTIN A MOŞEKÊN RÛSÎ, DÊ RÊ LI NAVGÎNÊN HEWAYÎ DI DEMA OPERASYONÊN RÛSYAYÊ DE KU BÊN DÎTIN, BIGIRE'

    Wezaretê ragihand ku pergala parastina moşekên rûsî dê rê li navgînên hewayî yên bêmirov û balafirên şer jî di nav de hemû navgînên hewayî yên hêzên koalîsyona navdewletî, bigire.

    Bi heman mijarî:

    Li herêmên ewle Rûsya 12 û Tirkiyeyê jî 11 ihlalên agirbestê tespît kirin
    Pûtîn: Divê Rûsya û Ewropa yekîtiyê ava bikin, Moskow ji vê re amade ye
    Rûsya moşekşkînê pêşketî ya nû bi serkeftî ceriband
    Lavrov bersiva Tillersonî ku gotibû ez ji têkiliyên Rûsya-Tirkiye biendîşe me da
    Etîketan:
    balafir, xistin, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de