22:19 28 Hezîran 2017
Zindî
    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê

    Rûsya: Xistina balafira sûrî ji terefê Amerîka ve wateya piştgiriya terorîstan

    © AFP 2017/ Alexander Nemenov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1813

    Cîgirê Wezîrê Derve Rûsyayê Sergey Ryabkov êrişa Amerîka ya xistina balafira Sûriyeyê çalekiyeke êrişî ya alîkariya terorîstan bi nav kir.

    Cîgirê Wezîrê Derve Rûsyayê Sergey Ryabkov di axaftina xwe ya çapemeniya rûsî de got: "Me xistina balafira sûrî bi endîşe pêşwazî kir. Ev êrişa rasterast a li hemberî artêşa Sûriyeyê wê bigihîjeke gaveke bi talûke. Em Washîngtonê ji bo bikarneanîna van rêbazan hişyar dikin."

    Sergey Ryabkov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev çaliyeke êrişî ye û rasterast hiqûqa navneteweyî binpê dike. Amerîka dibêje em li dijî terorîzmê polîtîkayê dimeşînin, lê ev tevgera wê tê wateya piştgiriya terorîstan."

    Ryabkov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ev çalekî dide nişandan ku Amerîka hiqûqa navneteweyî binpê dike. Li Washîngtonê kî bibe desthilat hîn bûn ku bi jor de li însanan temaşe bikin. Carinan bi awayekî eşkere jî bingehên navneteweyî ihlal dikin."

    Bi heman mijarî:

    Ryabkov: Artêşa Sûriyeyê ji bo hêzên koalîsyonê ne tehdîd e
    Ryabkov: Senatorên DYAyê hewl didin dorpêçeke aborî deynin ser Rûsyayê
    Ryabkov: Hevkariya Moskow û Washingtonê ya parastina moşekan ne pêkan dixuyê
    Ryabkov: Hevdîtina pêşîn a Lavrov û Tillerson dibe ku vê mehê pêk were
    Ryabkov: ‘Di hevdîtinên bi Îran û Tirkiyeyê re pêşeroja Esad nehat nîqaşkirin
    Etîketan:
    Êrişa Koalîsyonê ya li dijî noqteya leşkerî ya Sûriyeyê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Sergey Ryabkov, Reqqa, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de