22:16 28 Hezîran 2017
Zindî
    HSD

    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 6242

    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de ragihand ku heke artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me yên Reqqayê bike em ê bersivê bidin.

    Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî di nav de ye piştî ku Amerîkayê li Tebqayê balafira leşkerî ya rejima Sûriyeyê avêt daxuyaniyeke çapemenî belav kir. Berdevkê HSDê Telal Silo di axaftina xwe ragihand ku artêşa Sûriyeyê amadehiyan dike ku bi tank, top, hawan û balafiran êrişan bîne ser çeperên HSDê û got: “Heke artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin.”

    Herwiha Wezareta Parastin a Sûriyeyê duhî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku koalîsayona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike li herêma Reqqayê balafireke me leşkerî avêt.

    Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:"Balafira me dema tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê dikir ji terefê Amerîkayê ve hat xistin."

    Bi heman mijarî:

    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    Fermandarê HSD: Pêşveçûna me ya li Reqayê dewam dike
    HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
    HSD gihîşt nav Reqqayê
    HSD: Di nava 3ê rojan de nêzîkî 15 hezar penaber hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Êrişa balafirên rejima Sûriyeyê, Berdevkê HSDê, Telal Silo, Reqqayê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de