13:01 17 Kanûn 2017
Zindî
    Edward Snowden

    Pûtîn: Me berê nexwest piştgiriyê bidin Snowden

    © REUTERS/ Glenn Greenwald/Laura Poitras
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi derhênerê amerîkî Stone re axivî û ragihand ku berê nexwestine piştgiriyê bidin xebatkarê berê yê NASAyê Snowden ku çalakiyên nepen ên guhdarkirinên Amerîkayê eşkere kiribûn.

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di derbarê Edward Snowden yê xebatkarê berê yê Saziya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) beşa ewil a belgefîlma bi navê ‘Hevpeyvînên Pûtîn' (The Putin Interviews) ku Oliver Stonê bi Pûtîn re pêk anîbû de daxuyanî da.

    Pûtîn got: "Divê em heqê Snowdenê nexwin, plan nedikir ku agahî bide me. Bangî têkoşîna hevpar kir. Wê deme derket holê ku em ji bo vê yekê ne amadene. Lê min got ev yek ne li gorî me ye. Ji xwe têkiliyê me yên bi Amerîkayê re zehmet bûn, me ne dixwest ku zehmettir bibin."

    ‘TÊKILIYA EWIL BI SNOWDENÊ RE LI ÇÎNÊ ÇÊBÛ'

    Pûtîn diyar kir ku li Çînê têkiliyê wan ê ewil bi Snowdenê re çêbû û piştre jî j imin re gotin ku Snowden di balafira Moskowê de ye û ji vir jî dê biçe Amerîkaya Latîn. Lê piştre jî derket holê welatên ku Snowden plan dikir biçe wî qebûl nekirin û bivê ewayî Snowden hat beşa rewiyên ku transît diçin ya li Moskowê."

    Pûtîn destnîşan kir ku Snowden demek eli wir maye û piştre jî mafê xwe spartinê dane wî.

    ‘SNOWDEN YEKÎ MÊRXAS Û ÇEVSOR E'

    Pûtîn di beşa hevpeyvîna xwe yê beriya vê de eşkere kiribû ku Snowden ne yekî xayîn e û îxanetê li berjewendiyê welatê xwe jî nekiriye, agahî nedaye welatên din.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn bi Oliver Stone re axivî: Snowden ne xayînê welat e
    Peskov: ‘Bo îade kirina Snowden em bi Amerîkayê re neaxivî ne'
    Zaxarova: Ji bo fişarê li Trump bikin, îdia dikin em ê Snowden diyarî wî bikin
    Snowden: "Îdîayên ku Rûsya wê min îadeyî Amerîkayê bike ne rast in"
    Kremlin: Em jiyana Snowden naşopînin
    Etîketan:
    NASA, nepen, agahî, piştgirî, Oliver Stone, Edward Snowden, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de