13:27 21 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn

Pûtîn: Ji hespan werbûme, min di 60 saliya xwe de dest bi hokeya qeşayê kir

© Sputnik . Alexei Druzhinin
Rûsya
Lînkê kurt
0 30

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hevpeyvîna xwe ya digel Oliver Stone de ragihand ku çend caran ji hespan werbûye.

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di hevpeyvîna xwe ya belgesela bi navê ‘hevpeyvîna Pûtîn' (The Putin Interviews) ji derhênerê navdar ê amerîkî Oliver Stone re tiştên balkêş gotin.

Li gorî beşa duyemîn a hevpeyvînên Pûtîn ku duhî di televîzyona Showtime de hat weşandin, Pûtîn dibêje: "Min di 60 saliya xwe de dest bi hokeya qeşayê kir. Serê pêşî qet min nizanîbû bişemitim."

Pûtîn di bersiveke Stone ya din de jî dibêje: "Kêm caran li hespê suwartêm. Mixabin çend caran ji hespê terabûme. Carekê ez li ser serî ve firiyam."

Hevpeyvîna Pûtîn ku derhênerê navdar ê amerîkî Oliver Stone kişandibû temamî ji 4 beşan pêk tê. Duhî beşa duyemîn di televîzyona Showtimê de derkete pêşberî temaşevanan.

Bi heman mijarî:

Stone: Pûtîn ji dîyalogê re her tim amade ye
Pûtîn şaşiyên mezin ên siyasetmedarên amerîkî eşkere kir
Pûtîn û Qral Selman, krîza Qeterê axivîn
Pûtîn: Ez ê eşkere bikim, lê piştî teqawitbûnê
Derhênerê amerîkî Stone: Min dikarî bû her pirsê ji Pûtîn bikim
Etîketan:
Derhênerê navdar ê amerîkî, Serokê Devleta Rûsyayê, Oliver Stone, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de