07:46 12 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Stone: Pûtîn ji dîyalogê re her tim amade ye

    © REUTERS/ Dmitri Lovetsky
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 11

    Derhênerê Amerîkî Oliver Stone diyar kir ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji dîyalogê re amade ye.

    Stone di hevpeyvîne digel Spûtnîkê de hêvî û daxwaza xwe ya başkirina pêwendîyên Rûsya û Amerîkayê anî ziman û got, ‘Birêz Pûtîn her tim amade ye ji bo axaftinê.'

    'PÛTÎN QET SOZÊN XWE NEGUHERTINE'

    Stone ku çêkerê ‘Belgefîlma Pûtîn' a ku di televizyona Showtime de tê weşandin e bal kişand ser pêwendîyên her du welatan û wiha pê de çû: "Min her tim gotiye, hûn çiqas reşbîn bin jî dîsa hêvî heye. Divê em têbigihên ku pêwîst e ji bo pêkanîna aştîyê hewildan hebin. Wî (Pûtîn) ev çend sal in qet ji sozên xwe neguhertine. Wî ev got: me dixwest em di babetên teror, çekên nukleerî, feza û kîşwerîyê de hevkarîyê bikin. Gelek tiştên bên kirin hene, lê nayên kirin."

    'TRUMP NIKARE PÊWENDÎYÊN BI RÛSYAYÊ RE JI NÛ VE BIDE DESTPÊKIRIN'

    Derhênerê Amerîkî herwiha destnîşan kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji alîyê dezgehên îstixbaratê ve hatîye dorpêçkirin û loma jî nikare pêwendîyên bi Rûsyayê re ji nû ve bide destpêkirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Qeterê dike
    Gorran: Em dixwazin peyama Barzanî were bicîkirin
    Wezîrê Dadê yê DYAyê: Îdiaya hevdîtinên nepen bi rayedarên Rûsî re derew e
    ‘Parlamena Kurdistanê tê çalakkirin û wezîrên Gorranê vedigerin’
    Koreya Bakur xwendekarê Amerîkî yê girtî berda
    Etîketan:
    Amerîka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de