10:00 18 Tebax 2017
Zindî
    Pîroziyên Roja Rûsyayê

    Ji Pûtîn peyama Cejna Roja Rûsyayê

    © Sputnik/ Aleksey Malgavko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1410

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe ya ji bo projeya Roja Rûsyayê ku li seranserê cihanî bi navê ‘Roja Rûsyayê li Cihanê' were pîrozkirin peyamek weşand.

    Serok Pûtîn di axaftina xwe ya ji bo projeya Roja Rûsyayê ku li seranserê cihanî bi navê ‘Roja Rûsyayê li Cihanê' were pîrozkirin peyamek weşand û ragihand ku li gelek welatan ev proje bûye yek ji bûyera herî ronî ya jiyana çand û civakî.

    ‘ATMOSFERA CEJNÊ DIDE DOST Û HEMWELATIYAN'

    Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Serokê Rûsyayê Pûtîn di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got: "Ev projeya girîng û piralî kete çarçoveyeke kevneşopî û li gelek welatan ev proje wekî jiyana çand û civakî tê qêbûlkirin. Ev çalekî derfeta cejneke muhteşem dide dost û hemwelatiyan."

    Pûtîn di berdewamiya peyama xwe de ragihand ku çalekiyên pîrozbahiye wê ceribandinên tecrubeyî çêbike û hêvî dikim ku ev jî bibe sedema dostaniya navbera gel û welatan.

    JI SALA 2002AN BI FERMÎ TÊ PÎROZKIRIN

    Parlamentoya Komara Sosyalîst a Sovyeta Federal a Rûsyayê di 12ê Hezîrana sala 1990î de ji Yekîtiya Sovyetê serweriya îlan kir. 12 Hezîranê li Rûsyayê ji sala 2002an ve bi fermî û li gelek welatên cihanê yên wekî Îsraîl, Almanya û Swêdê jî tê pîrozkirin.
    Piştî ku serwerî hat ragihandin di sala 1991ê de jî Boris Yeltsin bû yekemîn serokê Federasyona Rûsyayê.

    Bi heman mijarî:

    Rûsî ji bo betlana ‘Roja Rûsyayê' Tirkiye hilbijartin
    Îro li Rûsyayê ‘Roja Parastvanên Welêt' e
    Pûtîn ‘Roja Rûsyayê' pîroz kir
    Bi wêneyan merasîma roja serkeftinê ya Rûsyayê
    Îro li Rûsyayê ‘Roja Parastvanên Welat' tê pîrozkirin
    Etîketan:
    Pîrozbahiyen Roja Rûsyayê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de